Trump: Îran bi Cidî Danûstandinan Nake û Serokwezîrê Îraqê Şiyana Cîbicîkirina Biryarên Xwe Heye

Serokê Amerîkayê Donald Trump do Înê di konferanseke rojnamevanî de li Koşka Spî hûrgilîyên serdana xwe ya bo Fîlîpîn û Çînê û civîna xwe ya sêalî ya ligel serokên Çîn û Rûsyayê eşkere kirin.

Serok Trump herwiha Îran bi wê yekê tawanbar kir ku ji bo bidawîanîna şer bi cidî danûstandinan nake û piştgirîya xwe ji bo Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dubare kir.

Trump di konferansa rojnamevanî de ku nêzîkî 90 xulekan dirêj kir, tekezî li serdestîya Amerîkayê di warê hişberîya çêkirî, yan jî hişberîya bilind, de kir û planek ji bo sînordarkirina avakirina navendên daneyan li derveyî Amerîkayê ragihand.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Berpirsê Karûbarên Koşka Sipî Stephen Miller jî beşdarî civînê bûn.

Serdana Fîlîpîn û Çînê

Trump civîna xwe ya ligel Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wekî "mezin" û "dîrokî" bi nav kir û got ku têkilîyên di navbera her sê serokan de gelekî baş bûne.

Serokê Amerîkayê ragihand: "Têkilîyên min ên baş ligel Rûsyayê hene. Têkilîyên min ên baş ligel Çînê jî hene. Têkilîyên min ên baş ligel gelek kesan hene."

Wî diyar kir ku encama civînê daxuyanîyeke sêalî ya aştîyê bû, ku tê de Amerîka, Çîn û Rûsyayê li hev kir ku nabe rê bê dayîn şerekî navokî biqewime.

Lê belê, Serok Trump hişyarî da ku Çîn bilez çekên navokî pêş dixe û got ku di nav 10 salan de ew dikare di wî warî de bigihêje asta Amerîkayê.

Rubio jî tekez kir ku ev her sê welat xwedîyên piraniya çekên navokî yên cîhanê ne û danûstandinên berdewam ên serokên wan ji bo ewlekarîya navneteweyî pêwîst in.

Derbarê Fîlîpînê, Serok Trump got ku ew ligel Serokê Fîlîpînê Ferdinand Marcos Jr. li ser kêmkirin û nehiştina kêmasîya bazirganî ya Amerîkayê ya ligel Fîlîpînê li hev kirine, ew jî bi rêya zêdekirina kirîna enerjî û berhemên çandinîyê yên Amerîkayê.

Trump herwiha got ku pêgeha berê ya Çîn û Rûsyayê li Venezuelayê nemaye û diyar kir ku wî ji Pekînê xwestiye ku ji Venezuelayê û Kanala Panamayê dûr bikeve.

Daxuyanîyên Trump derbarê Îranê

Trump, rejîma Îranê bi wê yekê tawanbar kir ku ji bo bidawîanîna şer bi cidî danûstandinan nake.

Wî got ku Tehran dixwaze peymanekê bike, lê ew mercên ku pêşniyar dike ji bo Washingtonê nayên qebûlkirin.

Serokê Amerîkayê got: "Em dixwazin peymaneke rasteqîn bikin, ne peymaneke sexte."

Trump berevanî li biryara destpêkirina şerê li dijî Îranê kir û got ku eger pêwîst bike ewê careke din jî heman biryarê bide, ji ber ku "em nikarin rê bidin Îranê ku bibe xwedîya çekên navokî."

Di bersiva pirsekê de derbarê raportên li ser planeke gumanbar a Îranê ya ji bo teqandina "bombeya qirêj" ku madeyên tîşkdêr ên atomî tê de hene, Trump got: "Em rê nadin vê yekê." Wî herwiha got ku Amerîkayê zanyarîyên berfireh li ser çalakîyên Îranê hene.

Rubio berê ragihandibû ku gefeke bilez li ser axa Amerîkayê nîne.

Vance jî tekez kir ku rêgirtina li ber gihîştina Îranê bi çekên navokî armanceke sereke ya rêveberîya Trump e.

Bersiva Trump derbarê operasyona hikûmeta Îraqê ya li Curf el-Sexerê de

Di konferansa rojnamevanî de, rojnamevanekî ji Trump derbarê operasyona Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya ji bo derbasbûna nav devera Curf el-Sexerê pirsî, ku tevî nerazîbûna mîlîşyayên nêzîkî Îranê pêk hat.

Trump bi awayekî rasterast behsa hûrgilîyên operasyonê nekir, lê piştgirîya xwe ji bo Serokwezîrê Îraqê dubare kir.

Trump behsa hilbijartina Zeydî ji bo posta Serokwezîrîya Îraqê kir û got: "Hûn dizanin, ew hevalê min e. Di rêza dehemîn de bû û min piştgirîya wî kir û wî bi serkeftineke mezin û neçaverêkirî ew post bidest xist."

Serokê Amerîkayê herwiha ragihand: "Ew mirovekî baş e û mirovekî bihêz e. Ez bawer dikim dema ku ew bixwaze tiştekî bike, şiyana wî ya cîbicîkirinê heye."

Ev daxuyanî di demekê de tên ku hêzên fermî yên Iraqê û du komên Heşda Şeibî roja Înê, piştî 12 salan ji kontrola milîsên Ketaîb Hizbullah li ser Curf el-Sexerê, di çarçoveya rêkeftinekê de derbasî nav wê navçeyê bûn.

Serdestîya Amerîkayê di Hişberîya Çêkirî û navendên daneyan de

Trump ragihand ku Amerîka û Çîn di pêşengiya pêşxistina hişberîya çêkirî ya bilind de ne û got ku herdu welat li ser danîna çend sînor û yasayên hevbeş ji bo bikaranîna wê teknolojiyê li hev kirine.

Wî tekezî li ser girîngiya serkeftina Amerîkayê di pêşbirka hişberîya çêkirî ya bilind de kir.

Herwiha wî hişyarî da kompanîyên Amerîkayê ku eger navendên daneyan li derveyî Amerîkayê ava bikin, ew ê rûbirûyê "baceke gelekî mezin" bibin.

Wî got: "Em rê nadin ku navendên zanyariyan biçin welatên din."

Lê belê Trump hûrgiliyên plana nû di vî warî de eşkere nekirin û got ku wî hîn karbidestên hikûmeta xwe jî ji wê biryarê agahdar nekirine.

Di heman demê de, wî ji welatiyên Amerîkayê xwest ku piştgiriyê bidin avakirina navendên daneyan li navçeyên xwe û daxwaza qerebû û sûda aborî ji kompanîyan bikin.

Derbarê firotina çîpên elektronîk bi Çînê re, Trump got ku ew tenê rê dide hinardekirina çîpên kevin.

Pirsgirêkên teknolojîk ên Amerîkayê

Trump derbarê wan pirsgirêkên teknolojîk de jî axivî ku di demên dawî de xizmetguzariyên firokeyan, e-name û bank têk dane.

Wî ragihand ku ew bûyer bi hev ve ne girêdayî ne û got: "Hemû bûyerên cuda ne. Bi hezaran kompanyayên me hene ku niha sîstemên xwe nû dikin, dema ku nû dikin jî, tiştên xerab rû didin."

Trump herwiha zelal kir ku wî berpirsê herî bilind ê ewlehiya sîber ê Koşka Spî Sean Cairncross ji kar dûr xistiye, ji ber ku li gorî nêrîna wî şiyana wî ya pêwîst nebûye.

Li gorî zanyariyên berpirsên hikûmetê, Berpirsa Sereke ya Zanyariyan li Wezareta Berevaniyê Kirsten Davies, bi awayekî demkî cihê wî girtiye.

Şerê Ukraynayê û mijarên din

Serok Trump dubare kir ku Putin dixwaze şerê Rûsya û Ukraynayê bi dawî bîne, lê dijminatiya tund a di navbera Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy de astengeke mezin e.

Wî ragihand: "Gotûbêjên me yên gelekî baş hene. Ez bawer dikim derfetên gelekî baş hene ku em bikarin vê yekê pêk bînin."

Di beşeke din a civînê de, Berpirsê Karûbarên Koşka Spî Stephen Miller pesnê destkeftiyên hikûmeta Trump di warê koçberan, kêmkirina tawanan û zêdekirina berhemanîna enerjiyê de da.

Vance herwiha behsa wê yekê kir ku di dema serdana Trump a bo Asyayê de, Senatoyê bi dengên her du partiyan pêşnûmeyek girêdayî enerjiyê pejirandiye.

Trump di dawiya civîna rojnamevanî de tekez kir ku têkiliyên wî yên ligel serokên Çîn û Rûsyayê dikarin alîkariya çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî bikin.