Trump Derbarê Rûsya û Ukraynayê Dibêje: Herdu Alî jî Peymanekê Dixwazin

Serokê Amerîkayê Donald Trump li civînekê ligel Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan li Enqereyê, di 7'ê Tîrmehê 2026'an de.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê got ku ew ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy axivîye.

Serok Trump li dema hevdîtina xwe ya ligel Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan de li civîna NATO'yê ya li Enqerê got: "Min bi Serok Putin re axaftineke pir baş kir."

Trump herwiha got ku piştî ew bi Putin re axivî, yekser ligel Serok Zelenskyy jî axivî: "Ez bawer dikim ku herdu alî jî peymanekê dixwazin. Ez difikirim ku emê vê pirsgirêkê çareser bikin, bi hêvîya ku di demeke nêzîk de be."

Tê çaverêkirin ku Trump û Zelenskyy roja Çarşemê li kêleka civînên NATO'yê bicivin.

Zelenskyy îro Sêşemê got ku ji bo parastina li dijî mûşek û dronên Rûsyayê, Ukrayna pir hewcedarî sîstema berevanîya esmânî ye û ewê li civîna NATOyê li ser vê mijarê biaxive.

Roja Duşemê, Rûsyayê bi mûşek û dronan êrîşî paytexta Ukraynayê kir. Di wê êrîşê de herî kêm 22 kes hatin kuştin û gelek avahîyan li Kîevê ziyan dîtin.