Zelenskyy: Divê Dîplomasî ji bo Bidawîkirina Şer Berdewam Bike

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro Duşemê piştî hevdîtina bi nûnerên taybet ên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner re, tekez kir ku divê "dîplomasî berdewam bike."

Zelenskyy roja Yekşemê ev hevdîtin wekî "girîng û bi naverok" binav kir û eşkere kir ku wan behsa hewcedarîyên berevanîya esmanî ya Ukraynayê kirin.

Nûnerên Brîtanya, Fransa û Almanyayê jî beşdarî vê civînê bûn.

Witkoff û Kushner roja Yekşemê li Kîevê bûn, piştî ku roja Şemîyê li Moskovayê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civîyan ji bo bidawîkirina şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê.

Witkoff roja Yekşemê got: "Em li çareserîyeke dîplomatîk digerin, ne li çareserîyeke leşkerî."