Witkoff û Kushner ji bo Gotûbêjên Ukraynayê Diçin Berlînê

Nûnerên Serokê Amerîkayê Donald Trump, Jared Kushner û Steve Witkoff, sibe Pêncşemê dê biçin paytexta Almanyayê Berlîn ji bo pêkanîna gotûbêjên li ser Ukraynayê.

Ajansa Reuters li ser zarê karbidestekî Amerîkî got ku ewê herdu dîplomat li wir bi karbidestên Ukraynayê û tîmeke danûstandinan a Ewropayê re bicivin, di demekê de ku hewlên xwe ji bo bidawîanîna şerê Ukrayna û Rûsyayê zêde dikin.

Wî karbidestî got ku civîn dê li ser pêşxistina misogerîya ewlekarîyê ya piştî şer ji bo Ukraynayê, pêşvebirina planeke berfireh a vejandina aborîyê û amadekarîyên ji bo gera bê ya gotûbêjên piralî bin.

Karbidestên Amerîka, Ukrayna û Rûsyayê hefteya borî piştî neh mehan ji bo cara yekem li paytexta Îmaratê Ebû Dabî ji bo bidawîanîna şer gotûbêj kirin.

Paşê Kushner û Witkoff li Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civîyan û piştî civînê got ku Ewropa dê di gera bê ya danûstandinan de beşdar bibe.