Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance got ku danûstandinên ligel rêberên Îranî “gelekî zehmet” in û peymana di navbera herdu welatan de dê wext bigire.
Vance roja Çarşemê di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News ragihand ku gelê Amerîkayê ji ber rawestandina danûstandinên aştîyê yên di navbera Amerîka û Îranê de nerazî ye.
Vance tekez kir ku danûstandinên aştîyê yên bi Îranê re zehmet in ji ber ku li wî welatî hinek kes aştîyê dixwazin, lê hinek “radîkalên dîn” jî hene ku dixwazin şer berdewam bike.
Li gor ajansa Reuters, Îran û Oman li ser peymanekê diaxivin da ku şerê navbera Amerîka û Îranê bidawî bikin. Li gor vê planê, Îran dê destûrê bide keştîyan ku di Tengava Hormuzê re derbas bibin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku peymana ji bo vekirina Tengava Hormuzê nêzîk e, lê karbidestên Amerîkî tekez dikin ku ewê ti carî qebûl nekin ku Îran kontrola vê rêya bazirganîyê bixe destê xwe.