Nûnerê Komarî yê wîlayeta Texasê Chip Roy di Encûmena Nûneran a Amerîkayê de dibêje, berdewamîya zextên leşkerî û aborî yên li ser Îranê, di siberojê de dê sûdê bide Washingtonê.
Chip doh roja Yekşemê di hevpeyvînekê de ji Fox News re got: "Îranê ziyaneke mezin dîtîye, di warê aborî de jî ziyan dîtîye."
Wî herwiha got ku rejîma Îranê niha tenê beşeke biçûk ji petrola xwe ya asayî dişîne derve û aborîya wan têk çûye.
Roy herwiha da zanîn ku divê sê armancên Washingtonê hebin: rêgirtina li ber bidestxistina çekên navokî ji alîyê rejîma Îranê ve, sînordarkirina çalakîyên wê yên terorîstî, û lawazkirina şiyana wê ya leşkerî û dahata wê ya petrolê.