Trump: Jineke Amerîkî ji Îranê Hat Rizgarkirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku jineke Amerîkî ya ku derketina wê ji Îranê qedexe bû, hat berdan.

Serokê Amerîkayê li ser platforma Truth Social got ku Îranê destûr daye jineke Amerîkî ya ku ji Kanûna 2024'an ve di dema serokê berê Joe Biden de bi neheqî girtî bû, ji welêt derkeve.

Serok Trump got ku Amerîka ji ber vê gava baş spasîya Îranê dike.

Kanala Amerîkî CBS ragihand ku ew jin ji ber tawanbarîya sîxurîyê û hevkarîya bi dijmin re, bêhtirî salekê bû ku nikarîbû ji Îranê derkeve.

Parêzera jina bi navê Dîna Kerarî li ser medyaya civakî ragihand ku ji ber tawanbarîyên nerast, ji Kanûna 2024'an ve di bin qedexeya derketina ji Îranê de bû.

Kerarî eşkere kir ku ew niha azad û ewle ye û vedigere Amerîkayê.