Witkoff û Kushner ji bo Civîna ligel Îranê Diçin Qeterê

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt ragihand ku Nûnerê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Şêwirmendê Bilind ê Serokê Amerîkayê Jared Kushner dê roja Sêşemê li Dohayê beşdarî civîna ligel Îranê bibin.

Leavitt îro Duşemê di hevpeyvînekê de ji bo kanala Fox News got "Nûnerê Taybet Witkoff û Jared Kushner vê hefteyê ji bo civînên asta bilind diçin Dohayê, ji bo gorûbêjên derbarê peymanê.

Leavitt got jî tevî van civînên giring, dê civînên teknîkî jî çêbibin."

Rêveberiya Trump hêvî dike ku dîplomasiya bi Îranê re bi ser bikeve, lê hişyarî dide ku Amerîka amade ye ku bi leşkerî bersiv bide ger êrîşî berjewendiyên Amerîkî were kirin.

"Bê guman serok dixwaze pêvajoya aştiyê bidome, û çêtir e ku Îranî peymanek baş bi Amerîkayê re îmze bikin, ji ber ku serok îspat kiriye ku ew ji karanîna hêza artêşa me natirse," Leavitt got.

Serokê Amerîkayê Donald Trump hinekî berê ragihand ku Îranê daxwaza civînekê kirîye û ev civîn dê sibê li Dohayê çêbibe.