Trump Dibêje ku Ewê Piştî Hilbijartinê Bi Îranê re Peymanekê Çêkin

Serok Trump di dema pêşkeşkirina Gotarê de li Civata Giştî ya NY

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê li Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ew bawer dike piştî hilbijartinên meha Mijdarê, Amerîka û Îranê dê peymanekê çêkin.

Trump di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya NY de got: “Ez difikirim ku em ê piştî hilbijartinê zû peymanekê çêkin, ji ber ku ev yek di berjewendîya wan de ye. Ew niha li bendê ne ku encama hilbijartina min bibînin.”

Trump herwiha anî ziman ku “Eger em destê bidin hev, em ê dawî li xetereya terora 51 salî ya Îranê bînin. Wê demê, bihayê neftê ê ji destpêka vî şerî jî hîn nizmtir bibe."

Herwiha, tê çaverêkirin ku Trump îro Sêşemê ligel serokên Encûmena Hevkarîya Kendavê bicive.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser kanala NBC’yê piştrast kir ku Trump ji bo hevdîtina bi Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan re jî “amade ye,” eger ev yek bibe sedema encamên erênî û rêgirtina li çeka navokî ya Îranê.