Axios: Trump ji bo Gavên Berbiçav ên Navokî, Pêşnîyara Alîkarîya Aborî Dide Îranê

Karbidestên Amerîkayê radigihînin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amade ye cezayên li ser Îranê rake û pereyên wan ên cemidandî berde, eger Îran di bernameya xwe ya navokî de gavên berbiçav biavêje.

Malpera Axios îro Duşemê diyar kir ku karbidestên Qeterê îro li New Yorkê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî re dicivin, da ku li ser pêşnîyareke Qeterê biaxivîn ku ev çend roj in herdu alî li ser nîqaş dikin.

Karbidestekî Amerîkî yê ku agahdarî van hevdîtinan e got ku gotûbêj baş derbas dibin û Îran amade ye di mijara çekên navokî de hevkarîyê bike.

Lê belê, heman karbidestî da zanîn ku hîn di navbera wan de pirsgirêk hene û bêyî çareserkirina meseleya navokî ti peyman çê nabin.