Trump Dibêje Dê Amerîka Êrîşên Bihêz Bibe ser Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê ragihand ku Amerîka dê êrîşên "bihêz" bibe ser Îranê, wek bersivek ji bo wan êrîşên şeva borî ku li dijî bingehên Amerîkayê yên li Urdunê pêk hatin.

Serok Trump di hevpeyvînekê de bi rêya telefonê ligel kanala Fox News got, ewê bihêle Îran tenê biaxive dema ku Amerîka êrîşî ser wan dike.

Serok Trump eşkere kir ku êrîşên Amerîka û Erebistana Siûdî bi agahdarîya hikûmeta Îraqê hatine kirin û got ku mîlîşeyên ser bi Îranê ve wek “penceşêrê” ne.

Hevpeyvîna telefonî ya Serokê Amerîkayê li ser televizyonê nehat belavkirin, lê rojnamevanekî Fox News bersiva Trump bi kurtî ragihand.

Doh, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Amerîka û Erebistana Siûdî li rojhilatê Îraqê li çend bingehên çek û lojîstîkê yên “komên terorîst” xistin.

Ev êrîş wek bersivekê bû ji bo zêdetirî 30 êrîşên dronên Îranê ku di sê rojên dawî de hatibûn kirin.