Muqteda Sedir Dixwaze Îraq ji Şerê Herêmê Dûr Bikeve

Piştî êrîşên Amerîka û Erebistana Siûdî li ser grûpên girêdayî Îranê, rêberê olî yê Şî’a Muqteda el Sedir bang li Heşda Şe'bî kir ku sedeman nedin destê welatên Kendavê ku êrîşî ser Îraqê bikin.

Sedir di daxuyanîyekê de ku îro Çarşemê 29ê Tîrmehê hat weşandin, ragihand ku Îraq nebûye bingeha êrîşên li ser Îranê, loma divê Supaya Pasdarên Îranê ji xaka Îraqê dûr bikeve.

Muqteda Sedir rêberekî mezin ê Şî’a û siyasetmedarekî naskirî yê Îraqê ye. Piştî derbasbûna Amerîka bo Îraqê di sala 2003'an de, wî “Artêşa Mehdî” ava kir û navdar bû. Demekê, alîgirên wî di parlemanê de zêde bûn.

Rêberê olî yê Şî’a di daxuyanîya xwe ya nû de, êrîşên welatên cuda yên ser Îraqê şermezar kirin.

Wî herwiha karên komên Heşda Şe'bî jî şermezar kirin, navê “mîlîşeyên serhişk” lê kir û got ku ew dixwazin Îraqê bikişînin nav “şerekî bêwate.”

Sedir herwiha ji hikûmeta Îraqê xwest ku ewlehî û serwerîya welêt biparêze. Wî got ku divê hikûmet ji bo parastina gelê Îraqê û cihên pîroz biparêze, karekî cidî bike.

Alîgirên Sedir, ku demeke ji hêzên herî mezin ên li dijî artêşa Amerîkayê bûn, niha daxwaza dawîkirina şerê li Îraqê dikin. Ew di daxuyanîyekê de dibêjin ku Îraq û gelê wê hewcedarî aştîyê ne.