Netanyahu Guman li ser Rêkeftina ligel Îranê Heye

Netanyahu speaks to reporters

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî bidawîanîna serdana xwe li Washington pesna encamên civîna ligel serokê Amerîkayê Donald Trump da.

"Hevdîtina min ligel hevalê me yê mezin Serok Trump girîng bû. Têkilîyeke pir nêzîk, pir rast û pir vekirî di navbera me de heye," Netanyahu roja Pêncşemê got.

Serokwezîrê Îsraîlê berî vegera Îsraîlê ji rojnamevanan re got: “Bê guman civîn li ser çend mijaran bûn, lê bi taybet li ser danustandinên bi Îranê re bûn.”

Serokê Amerîkayê Trump di daxuyanîyekê de got ku "Îranî berê fêr bûne bi kê re serederîyan dikin, ligel wê rastîyê ku ew bê guman dizanin ku wan cara berê şaştî kiribûn û ev rewş derfeta rêkeftineke baş peyda dike.”

Serokwezîrê Îsraîlê guman xist ser xwezaya rêkeftinê û got “Ez li we venaşêrim ku min gumanên giştî li ser xwezaya her rêkeftinekê bi Îranê heye. Lê min got ku eger bi rastî rêkeftinek çêbibe, divê ramanên Îsraîlê li ber çavan werin girtin.”

Rêberê Îsraîlî herwiha da zanîn ku kêşe ne bi tenê pirsa navokî ye, lê di heman demê de pirsa mûşekên balîstîk û ya dardestên Îranê ye.

Serok Trump roja Sêşemê di hevpeyvînekê de ligel malpera Axios got ku Amerîka amade ye êrîşî Îranê bike eger danûstandinên bi Komara Îslamî re têk biçin.