Aleks Azar Dibêje Derfeta Wan ya Testkirina Pêketîyên Korona Heye

Nexweşekî korona li bajar Kirkland ya eyaleta Washington

Wezîrê Saxlemî û Xîzmetên Civakî yê Amerîka Aleks Azar îro Sêşemê got ku derfeta wan heye ku pêketîyên vîrusa korona test bikin û pêşî li berfirehbûna vê bigirin.

“Kengî pêdivî be em dikarin daxwazên alav û testên vîrusa korona bi cîh bînin,” Azar di konferansekê de got.

Wî dîyar kir ku wezareta wan heta niha ti daxwazên rêvebirîyên xwecîhî û eyaletan red nekirine.

Enstîtuya Saxlemîya Neteweyî ya Amerîka dîyar kiribû ku hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li seranserê Amerîka 500 derbaz kiriye û heta niha pirtir ji 21 kes ji korona hatine kuştin.

Hêjayî balkişandinê ye ku bi belavbûna vîrusa korona konser, konferans û lihevhatinên giştî tên betal kirin û xwendingeh jî li ser înternetê dersan didin.

Serokê Amerîka Donald Trump Înîya borî paketa bi nirxê 8.3 mîlyar dolaran îmza kiribû ku pêşî li belavbûna vîrusa korona bigire.