Trump: Îran Dixwaze Danûstandin Berdewam Bike, Lê Agirbest Bidawî Bûye

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê ragihand ku rejîma Îranê ji wan xwestîye ku "danûstandinan" berdewam bikin.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got ku wan ev daxwaz qebûl kirîye, lê Amerîkayê pir eşkere ji wan re gotîye ku agirbest bidawî bûye.

Îranê bi dron û mûşekan êrîşî sê keştîyên bazirganî kir ku di Tengava Hormuzê re derbas dibûn.

Piştî wê yekê, Amerîkayê di 7 û 8'ê Tîrmehê de êrîş birin ser Îranê.

Firokeyên şer ên Amerîkayê êrîşî zêdetirî 170 bingehên leşkerî, sîstemên berevanîya esmanî û kargehên mûşek û dronên Îranê kirin.

Piştî van êrîşan, Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da û êrîşî welatên Kuweyt, Behreyn, Qeter û Urdunê kir.

Niha welatên navneteweyî hewl didin ku herdu alîyan dîsa bidin rawestandin.