Rêberekî ayînî Amerîkî ku ji meha Berçele ya sala borî ve li Tirkiyê girtiye, dê roja Duçemê bê dadgehkirin û renge ew rastî bêhtirî 35 sal zîndan bê.
Andrew Brunson tê tawanbarkirin ku wî gunehkarî kirine ji ber gurûpên terorîst ve, bê ku endamê wan be û her wiha tê tawanbarkirin bi sîxuriyê.
Ew sala borî hate girtin bi gumanan girêdana li gel PKK û rêberê ayînî Fethullah Gulen ku Tirkiyê wan terorîst dibîne.
Brunson wan tawanbariyan red dike.
Amerîka gelek caran daxwaza berdana wî kir û Serok Donald Trump jî daxwaza vegera wî ya bi lez bo Amerîka kir.