Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka Bû 21 Salî

Roja Pêncşemê, 25’ê Nîsanê, 21-emîn salvegera damezrandina beşê Kurdî yê Dengê Amerîka ye.

Dengê Amerîka li sala 1992’ê dest bi weşana bi zimanê Kurdî kir, ku pêngaveke dîrokî bû di medyaya Kurdî de. Dengê Amerîka bû yekemîn ajansa navneteweyî ku bi Kurdî weşanê bike.

Li destpêkê, Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka her roj bitenê jibo 15 deqîqeyan bernameyên xwe li radyoyê pêşkeş dikir.

Lê belê îro Dengê Amerîka bi zimanê Kurdî jibo sê demjimêran bernameyên radyoyî pêşkeş dike û herwiha bi rêya satellitê, Înternetê, û malperên tora civakî nûçe û zanîyarîyan pêşkeş dike.

Bi boneya damezrandina Dengê Amerîka bi zimanê Kurdî, em sipasîya tevaya guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikin.

Em herwiha kêfxweş dibin bi wergirtina têbînî û nêrînên we jibo pêşxistina bernameyên me.

Your browser doesn’t support HTML5

Sernivîs