Di encama bûyereke teleferîkê de li bajarê Antalya yê başûrê Tirkîyê kesekî jiyana xwe ji dest da û 10 kesên din jî birîndar bûn.
Di bûyera ku Înê êvarî de qewimî, 24 kabîneyên teleferîkê li esmên asê man piştî ku ew li bin guhê beştekî şikestî ket.
Wezareta karûbarên hundir li Tirkîyê roja Şemîyê ragihand ku piştî 16 saetan, hîn jî 60 kes di nav 9 kabîneyên ku esmên mabûn de asê bûn.
Wezaretê herwiha da zanîn ku 112 kes hatin rizgarkirin.
Okay Memis, Serokê Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD), ji rojnamevanan re li cihê bûyerê got ku kesên hîn asê mane rastî birînên giran nehatine. Wî herwiha diyar kir ku ew hewil didin hewildanên wan yên rizgarkirinê berî ketina şevê bidawî bibin.
Wezareta karûbarên hundir di daxuyanîyekê de got ku heft helîkopter û bêtirî 500 karkerên rizgarkirinê tevlî hewildanên rizgarkirinê bûne.
Jêder: Reuters