Li gor ajansa Associated Press, jimara qurbanîyên bûyera Hacê li Erebistana Saudî 1100 kes borîye.
Karbidestên Erebistana Saudî gotine, jimara fermi 769 kuştî û 934 birîndar e. Lê hîn vekolînek derbarê bûyer 24ê Îlonê berdewam e.
Associated Press dibêje, hacîyên kuştî ji 16 welatan e û hemû li dever Mina ya ji derveyî bajarê Meke'yê hatine kuştin.
465 kes ji kuştîyan xelkê Îranê ne. Ji Misirê jî 146 kes hene û ji Endonezya jî 100 kes hene.
Welatên din jî ku kuştî jê hene ev in: Pakistan, Nîjerya, Malî, Hîndistan, Kamerun, Bangladeş, Cezayîr, Etopya, Çad, Kenya, Senegal, Mexrib û Tirkîyê.