Apple Rêvebirekî Nû Destnîşan Dike

John Ternus

Kompanîya Apple ragihand ku John Ternus dibe rêvebirê wê yê nû û dê cihê Tim Cook bigire.

Ternus, ku niha serokê beşê endazyarî li kompanîya teknolojîyê ye, dê 1’ê Îlonê di posta xwe ya nû de dest bi kar bike.

Ternus ji sala 2001’ê ve di kompanîyê de dixebite û Apple diyar kir ku karê wî ji bo pêşxistina berhemên wekî iPad û AirPods pir girîng bûye.

Cook 15 salan serokatîya Apple kir. Di wê demê de, nirxê Apple ji 350 milyar dolaran gihîşt nêzîkî 4 trîlyon dolarî.

Apple got ku dema Ternus bibe Rêvebirê Cîbicîkar (CEO), Cook dê di kompanîyê de bimîne û bibe serokê cîbicîkar.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Social ragihand ku Cook “karekî herî mezin û bêhempa kiriye.”

Trump herwiha got ku Cook dê “karên pir baş ji bo Apple bike û herwiha li ser her karê ku bixwaze berdewam bibe.”