Dîdevan: Agir li Nêzîk Bingeheke Aramco li Siûdîyê Derketîye

Bingeheke Aramco li Riyadê (arşîv)

Dîdevanekî ji ajansa Reuters re got ku îro Şemîyê dûman û pêlên agir ji nêzîkî bingeheke kompanîya petrola Erebistana Siûdî, Aramco, li Riyadê bilind dibûn.

Heta amadekirina vê nûçeyê hîn desthilatdarên Siûdî derbarê vê bûyerê ti daxuyanîyên piştrastkirinê nedane. Aramco jî bersiva pirsên Reuters nedaye.

Ev agir di demekê de derket ku alozîyên di navbera Erebistana Siûdî û Hûsiyên Yemenê yên nêzîkî Îranê de zêde dibin. Hûsîyan êrîşên xwe yên li ser bajar û binesazîya enerjîyê ya Siûdîyê zêde kirine.

Ti alîyekî heta niha berpirsîya agirê Şemîyê negirtîye ser xwe.

Hûsîyan hefteya borî ragihandibû ku wan bi mûşek û dronan êrîşî bingehên Aramco yên li devera Yenbu'ê kirine.

Erebistana Siûdî wê demê ragihandibû ku wan şeş mûşekên balîstîk ên ku ji alîyê Hûsiyan ve ber bi Tayif û herêma Yenbu'ê ve hatibûn avêtin, xistine xwarê, lê derbarê ziyanên li bingehên Aramco de ti agahî nedabû.