Artêşa Sûrî Erîşên Xwe Didomîne

  • -

Xwenîşanderekî dijî hikûmetê zordarîya hikûmetê li bajarokê Zebedanî şermezar dike.

Bizavkarên Sûrî û dîdevan dibêjin, hêzên hikûmetê êrîş bir ser bajarokekî li nêzîkî tixubê Lubnanê.

Bizavkar her wiha dibêjin, bajarokekî din yê li nêzîkî sînora Îraqê jî dorpeç kir, di eciqandin û tepeserkierina berdewam ya dijî xwenîşanderên dijî hikûmetê de.

Bizavkar û rûniştvanên bajarokê dibêjin, leşkerên Sûrî bi tankên zirxîn ketine nav bajarokê Zabadanî ya rojava ku li ser tixubê Lubnanê ye û herî kêm 70 kes desteser kirin.

Li bajarokê El Boukemal ya li rojhilatê ku li ser tixubê Îraqê ye, hêzên ewlekarîyê li dora bajêr peçand, piştî ku teqe li ser xwepêşanderan kir.

Bizavkar û rûniştvanên bajarokê dibêjin, kêmî ve 1 xwenîşander hate kuştin. Ew her wiha radigîhînin, jimareke leşkerên artêşê red kir ku teqe li xwenîşanderan bikin û dest jî çekên xwe berdan û derbazî hêla xwepêşanderan kirin.

Ajansa nûçeyan ya dewletê, SANA dibêje, “çeteyên çakdar” îro Şemîyê li bajarokê El Boukemal 3 personelên ewlekarîyê kuştin