Li Tirkîyê ji bo xwendina dibistan û zanîngehan an ji bo ketina karan her sala bi dehan ezmun tên çêkirin. Li ser ezmûnan ji aliyê Odeya Malî Muşavîr û Muhesebegerên Stenbolê, raporekî hat amade kirin. Di rapora ku bi navê “Jiyana me Ezmûn e” hatiye amade kirin, daneyên gelek başlkêş derketine holê. Li gorî raporê tenê ezmunên ku ji aliyê Navenda Hilbijartin û Bicîhkirina Xwendekaran ( OSYM) tên amade kirin dê îsal 5 milyon kes bikevine îmtihanan. Her weha 4.7 milyon kes jî dê bikevine îmtihana ewlehiya taybet ya ku ku ji aliyê Wezareta Karê Navxo hatiye amade kirin. Li gor vê raporê di sala 2010’an de ji 7 kesan yek dê bikeve îmtihanekî.
Li Tirkîyê di sala 1974’an vir de, xwendekar bi ezmunên ku ji aliyê OSYM ve tê amade kirin, ji bo xwendinê di zaningehan de tên bicîh kirin. Di van salên dawî de, hema her sal nêzikê 1,5 milyon xwendekar ji bo li zaningehan de bi cîh bibin, dikevin Ezmuna Xwendina Bilind YGSê
Ezmuna YGS ji du beşan pêk tê. Xwendekarên ku di beşa YGS de bi ser dikevin, mafê ketina ezmuna fakulteyan ya LYS bi dest dixin. İsal hejmara ezmunan zêdetir bu û ev hejmar gihîşte çaran. Xwendekarên ku di van ezmunan de bi ser bikevin, dikarin li universiteyan beşên fakulteyan tercîh bikin.
Îsal 1.451.006 xwendekar ji bo imtihana YGS serî li OSYM’yê dan. Di Ezmuna Xwendina Bilind YGS de 1 milyon 233 hezar 580 ciwan bi ser ketin û mafê ketina imtihana LYS bi dest xistin.
26ê Hezîranê, roja şemîyê bi sedhezaran xwendekar ketin imtihanê. Navendeka ezmuna OSS jî Diyarbekir bû. Du keçên Kurd ku ew jî ketibûn îmtihanê ji bo dengê Emerika hizr û hêstên xwe weha par vekirin.
Aleyna 23 sali ye. Ew jî bi salan ji bo zaningehê bikar bike, çuye dersxaneyan. Keçika kurd ku du sal berê li zaningeha Bilecikê beşa poitikayê ya bi pere bi kar kiriye, lê ji ber rewşa aborî mecbur maye ku dev ji wêderê berde û beşeka bêpere bixwîne. Aleyna dibêje ku rewşa aboriya malbatan tesiireka pir mezin çêdike li ser serkeftiniya ciwanan
Damla jî 23 sali ye. Ji bo zanigehê bikar bike ev 7 salin diçe dersxaneyên taybet. Damla dibêje ku deruniya wê ji ber stresa ezmunan xerabuye û 3 sal in ku nexweşiya Panik Atak tê de peyda buye û mecur maye ku were derman kirin.
Zêdebuna ezmunan û rêjeya bêkariyê li ser deruniya ciwanan bandoreke neyinî çêdike. Psikolog Muharrem Aydınê ku li nexweşxaneya Dewletê ya Diyarbekirê kar dike, ji bo gohdarên dengê Emerikayê tesirên ezxmunan li ser deruniya ciwanan weha dinirxîne.
Aydinî dibêje ku li Tirkîyê zarok di temenên pir biçuk de dikevin îmtihaneyan. Him zarok him jî malbatên wan ezmunan weke pêşbaziyekî dibînin û ev jî dibe egera nesaxiya deruniyê, Psikolog. Aydın destnişan dike ku ezmun weke pêşbazî tê dîtin û ev hizr jî deibe egera têkçuna serkeftiniyê. Herweha ev yek li ser psikolojiya zarok û ciwanan jî bandorên neyinî çêdike û diyar dike ku van salên dawî rêjeya hejmara nesaxiyên deruniyê bilind bûye.
Rêjeya serketinê li gor herêman jî tê guhertin. Li gor encama ezmuna YGS ya isal herêmên têk çuyî Başûr rojehalata Tirkîyê û herêma behra reş in. Herweha Di Ezmunê de bajarên têkçuyî jî bajarên Kurdan Şirnex, Ardahan û Hekkarî (Çolemrg) in. Ev rewş ji aliyê rayedaran weke pisrgirêka perwerdehiyê tê binav kirin.
Ji bo amadekariya ezmunan malbatên xwendekaran ji liseyê şûnda mecbur dimînin ku zarokên xwe bi pere dişînin dersxaneyên taybet. Mirov dikare bêje ku rewşa aboriya malbatan di aliyekide serkeftina zarokan diyar dike.
Muharrem Aydin destnişan dike ku faktorên ekonomik, siyasî û sosyal gelek bandor çêdike. Aydinî dibêje ku li Tirkîyê herêma Kurdan ji aliyê aboriyê herêma herî paşketiye. Pirî zarok û ciwan ji bo piştigiriya aboriyê bidine malbatên xwe mecbur dimînin bişuxlin. Ev yek jî li ser xwendina wan de dibe egera têkçûnê.