15.000 Pakîstanî bo Piştgirîya Qanûna Bê Rêzîya Îslamê Meşîn

15.000 Pakîstanî bo Piştgirîya Qanûna Bê Rêzîya Îslamê Meşîn

Bi hezaran Pakîstanî li bajarê Lahore xwepêşandeneke bo piştgirîya qanûna bê rêzîya Îslamê kir, ku rexnegir dibêjin li hember kêmanîyên olî ya wî welatî hatiye amade kirin.

Ajansên nûçeyan yên Rojavayî dibêjin, bi kêmî ve 15.000 kes beştarî xwepêşandana Yekşemê bûne ku ji alîyê koalîsyona Îslaêmî ve hatiye rêk xistin.

Xwenîşandêr nerazîbûna xwe dîyar kir li dijî daxwazîya hîn sîyasetvanan ku dibêjin divê guhertin di wê qanûnê de bête kirin.

Qanûna bê rêzîya dijî Îslamê bibû sedema rexne û nerezîbûna civata navnetweyî, gava dadgeheke Pakîstanî li meha Mijdaya borî, ew qanûn bo ceza kirina jineke Krîstîyan, Aasia Bibi bikar anîbû, bi hêceta ku bê rêzîyê li Îslamê kirîye.

Fermandarê eyaleta Punjabê Salman Taseer pêşengîya kempeyneke guherîna wê qanûnê kirîbû, lê ew jî destpêke vê mehê bibû armanca êrîşeke û ji alîyê nobedarê xwe ve hatibû kuştin.