Hilcivîna Yekîtîya Welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) îro Yekşemê li Manîlayê Paytexta Filîpînê dest pê kir. Serokên van welatan dê di hilcivînê de mijarên bazirganî, ewlekarî û krîza enerjîyê gotûbêj bikin, û biryar e paşê Serokê Amerîkayê Donald Trump jî tevlî wan bibe.
Li gorî ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP), Trump dê roja Sêşemê bi dawîhatina Hilcivîna ASEAN'ê re bigihîje Manîlayê. Di vê serdanê de, ew ê bi serokên Hindistan, Japonya û Australyayê re bicive ku ligel Amerîkayê di hevpeymanîya Çarqolî de cih digirin.
Ev civîna hevpeymanîyê, ku ji bo pêkanîna hevsengîyekê li hember bandora Çînê li herêma Asya û Pasîfîkê hatiye avakirin, û tê çaverêkirin ku gotûbêj li ser mijarên bazirganî, ewlekarîya herêmî û krîza enerjîyê ya girêdayî şerê li dijî Îranê bin.
Lio gor raportan, peyvdarê Kremlînê roja Şemîyê ragihandiye, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û hevtayên wî yên Çînî Xi Jinping û yê Amerîkî Donald Trump dê roja Pêncşemê li bajarê Shenzhen ê Çînê, di çarçoveya Lûtkeya Foruma Hevkarîya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) de, civîneke sêalî li dar bixin.