Ajansa Vahalîyê ya Amerîkayê (NASA) ragihand ku çar esmangerên ji mîsyona Artemis 2 dê Înê êvarî vegerin erdê piştî rêwîtîyeke dîrokî li dora heyvê.
NASA got ku keştîya valahîyê ya Orion, ku sê esmangerên Amerîkî û yek Kanadayî hildigire, dê li Okyanûsa Hêmin (Pasîfîk), bi qasî 300 kîlometreyan dûrî beravên başûrê Kalîfornîyayê, dakeve.
Cîgirê rêveberê NASA'yê Amit Kshatriya di konferanseke rojnamevanî de got, "Tîmê karê xwe kiriye, niha dora me ye ku em karê xwe bikin."
Dîmeneke beşekî Erdê li dû rûyê heyvê ku ji alîyê keştîya vahalîyê ya Orion ve hatiye girtin.
Erka Artemis di vê geşta 10 rojî de li dora heyvê gerîya bû. Di wê dema firînê de, esmangeran wêneyên taybetmendîyên girîng ên jeolojîk kişandin û çavdêrîyên xwe ji bo tîmên zanistî yên NASA yên li ser erdê ragihandin.
Bi vegera xwe, esmanger dê herwiha rekordeke dîrokî ji bo dûrtirîn rêwîtîya mirovan di valahîyê de tomar bikin.
Armanca sereke ya mîsyona Artemis 2 taqîkirina keştîya valahîyê Orion û sîstemên din bû, ji ber ku NASA armanc dike ku esmangeran sala 2028'an di geşteke berfireh de bişîne ser rûyê heyvê.