Meral Daniş Beştaş Êrîşên Îro yên Dijî HDP'ê Dinirxîne

Piştî peqîna îro endamekî HDP birîndar bû

Îro Duşemê avahîyên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Edenê û Mersînê bûn armanca du êrîşên bombeyî.

Di êrîşan de çend kes birîndar bûn û zîyaneke mezin di avahîyê de çêbûn. Cîgira Hevseroktîya HDP'ê û berbijara Edenê, Meral Daniş Beştaş dibêje, ew êrîşeke plankirî ne û bi mebesta kuştinê hatine kirin.

"Nêzîkî 100 car in avahîyên me, bi awayekî provokatîf rastî êrîşan tên. Îro jî li Edene û Mersînê heman tişt çêbû û bombeyeke dem ayarkirî hatin şandin ku kesên nav avahîyê bikuje."

Xanim Beştar dibêje, êrîşên wiha ku bi pişrgirîya AKP'ê ve têne kirin, nikarin pêşîya wan bigirin û ewê bi coşeke mezin karên xwe bidomînin.

Your browser doesn’t support HTML5

Meral_Daniş_Beştaş_RR