Australya bi Niyaz e Rêxistina Hemasê Bixe Lîsta Terorê

Wezîra karûbarên navxweyî ya Australya Karen Andrews

Wezîra karûbarên navxweyî ya Australya Karen Andrews îro Pênşemê got ku hikûmeta Australî bi niyaz e grûpa Filestînî ya Îslamî Hemas bi tevahî wek rêxistineke terorîst bi nav bike, li gor pîvanên gunehkarî yên welêt.

Xistina tevahiya grûpê nav lîsta terorê, ne tenê baskê wê yê çekdarî ku berê di lîsta Australia ya terorê de ye, dê helwesta Canberra bike wek ya Amerîka û Yekîtiya Ewrupî û Brîtanyayê.

Andrews di daxuyaniyekê de got:

“Nerînên Hemasê û grûpên tundrew yên ku îro wek terorîst hatine binavkirin, ew gelekî xerab in û li Australya ti cih ji îdyolojiyên wan yên kînê re nînin.”

Andrews got wê li dor binavkirina tevahiya Hemasê wek rîxistineke terorîst rawêjkariya serkirdeyên wîlayet û navçeyan kiriye û dê biryara dawî di demeke nêzîk de bidin.”

Hemasê baskên xwe yên siyasî û çekdarî hene. Ew ji dema şerê navxweyî yên kurt de di sala 2007'an ve desthilatdariya Kerta Gazayê dike, dema ku wê hêzên girêdayê serokê Filestînî Mehmûd Ebbas yê ku welatên Rojava piştgiriya wî dikin, dûr xistin.

Ebbas hîn jî li Qeraxa Rojava ya Filestînê ku di bin destê Îsraîlê de ye, desthilatdar e.

Li Gazayê, peyvdarê Hemasê Hazem Qassem biryara Australyayê şermezar kir û ew wek alîgiriya Îsraîlê anî ziman.

Wî got:

“Dagîrkerî ya ku bi mebest Filestîniyan li her cihekî armanc digre û yaseyên mirovî û navnetewî binpê dike, ew e aliyê ku pêwîste wek terorîst were naskirin.”

Hemas di sala 1987'an de hate damezrandin û dijberiya hebûna Îsraîlê û axaftinên aştiyê dike. Ew piştgiriya “berxwedana çekdarî” dike li dijî dagîrkirina Îsraîlê ya navçeyên Filestînî.

Serok wezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di daxuyaniyekê de spasiya serokwezîrê Australî Scott Morrison kir û got:

“Ez bi xêrhatina nûçeya binavkirina Australya ya Hemasê bi tevahî wek rêxistineke terorîst dikim.”

Tê zanîn, Ketîbeyên Izzedîn el-Qessam, ku baskê çekdarî yê Hemasê ne, berê di lîsta Austarlya ya terorê de ne.

Li gor Andrews, Australya sê grûpên din xistin lîsta terorê, di nav de jî Heyet tehrîr el-Şam li Sûriyê.

Wê got ev lîst her wiha çar grûpên îslamî yên çekdar vedihewîne- grûpa Abu Sayyaf, al Qaîde li Axa Îslamî ya Maghreb û Jemaah Islamiyah.

Jêder: Reuters