Axios: Karbidestên Ewlekarîya Niştimanî Derbarê Îran û Yemenê Kom Bûn

Malpera Axios ragihand ku karbidestên payebilind ên ewlekarîya niştimanî ya Amerîkayê roja Înê li Camp David civîneke lidar xist da ku li ser Îran û Yemenê nîqaşan bikin.

Li gor raportê, Cîgirê Serok JD Vance serokatîya civînê kir ku tê de Wezîrê Derve Marco Rubio, Wezîrê Şer Pete Hegsett, Rêvebirê CIA John Ratcliffe, Nûnerê Taybet Steve Witkoff, û Serokê Fermandarîya Giştî ya Hêzên Hevbeş General Dan Ciane beşdar bûn.

Civîn di demekê de tê ku rêveberîya Serok Donald Trump gavên xwe yên din ên li dijî Îranê dinirxîne. Yek ji çavkanîyan ji Axios re got: "Biryar li ser hinek mijaran hatin dayîn an jî bi kêmanî bi hûrgilî hatin nîqaşkirin."

Civîn ligel givaştinên berdewam ên li ser Îranê û zêdebûna alozîyê li Yemenê hevdem e. Reuters Înê li ser zarê şeş jêderan got ku Erebistana Siûdî plan dike operasyoneke leşkerî li dijî Hûsîyên Yemenê, yên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin, bide destpêkirin.

Li gor Reuters, tê pêşbînîkirin ku operasyon di hefteyên pêş de destpê bike û hêzên Yemenê, bi piştgirîya hêzên esmanî yên Siûdî, dê êrîşî deverên beravê yên Deryaya Sor, di nav de Tengava Bab el-Mendeb, bikin.