Li Rojhilata Navîn, sîyaset bi awayekî rêbazî bandorê li hemû beşên jîyanê dike û car carna jî rê li ber çalakîyên civakî û rewşnebîrî digire û tevan dixe bin bandora xwe.
Çand û hunera Kurdî ji bûye beşek ji vê peyvajoyê jiber gelek sedeman yek ji wan cografî ye û ya din jî sîyaseta herêmî û ya navnetewî ye.
Jiber vê yek hewildanên rewşenbîrên Kurdan di pir astengîyan de derbaz dibin û car caran dibin kêşeyên sîyasî ji alîyê dewlatê ve, wek mînak li Îranê û sîyaseta wê li dijî çalakîyên rewşenbîrî û hunerî yên Kurdî.
Rojnamevan Ayhan Urmîye yek ji wan çalakvanan e ku ket bin gefa hikûmetê tenê jiber ku xebatên çandî û hunerî li bajarê Urmîyê dikir. Jiber wê jî, ew di sala 2012’an de ji welatê xwe derket û ji sala 2018’an vir ve wek penaberê sîyasî li Almanya dijî.
Ayhan di sala 1986’an li Urmîye ji dayike bûye û beşa derûnîzanîyê xwendîye.
Ew di temenekî biçûk de guhdan bi çand û hunera Kurdî kir û jiber vê yekê ew bû endamê Enstîtuya Ehmedê Xanî li Urmîye û dawîyê bû berpirsê beşa ciwanan.
Di xebatên wî de ew bû sernivîsê govara Xalaxalok - Xanî Times di Enstîtuya Ehmedê Xanî de.
Herwiha jî wî hin xebatên din jî li wir dikir ku çîrokên kenok dinîvîsîn û hin çalakîyên din jî di nav xebatên Navenda Çanda Mezepotamya de li Tirkîyê dikir.
Ayhan li ser înternetê û medya civakî dest bi weşanên zindî kiribû û giftûgoyên hestîyar û girîng bi rewşenbîr, hunermend û çalakvanan re dikirin.
Wî li Almanya kurtefîlmekî bi navê Bisîklet (Bicycle) li ser penaberan û astengîyên jîyana wan kişand.
Hêvîyên Ayhan bi wî re dijîn û ew hîn jî çalakîyanên xwe berdewam dike.
Your browser doesn’t support HTML5
Deng u Reng- Ayhan Urmiye-Mon-8-17-2020-LA