Azerbaycan: Êrîşa Îranê ya ser Axa Me Bê Bersiv Nabe

Hikûmeta Azerbaycanê banga balyozê Îranê li Bakuyê kir û hişyarî da ku êrîşeke Îranê li ser axa Azerbaycanê bê bersiv namîne.

Çavkanîyan, di nav de jî ajansa Rueters, li ser zarê jêderên Azerî gotin ku mûşek û dronên ku ji alîyê Îranê dihatin avêtin, li nêzîkî firokxaneya Nexciwanê ketine xwar.

Firokxaneya Nexciwanê ya navnetewî 10 kîlometran dûrî sînorê Îranê ye.

Medyaya xwecihî li Azerbaycanê îro Pêncşemê ragihand ku dronek "ku ji Îranê ve hatibû avêtin" li qada firokxaneyê ket û teqîya. Ajansa nûçeyan a fermî ya Azerbaycanê jî piştrast kir ku cihê teqînê firokxaneya Nexciwanê bû. Li gor raportan, du dron ji alîyê Îranê ve derbasî sînorê Azerbaycanê bûn.

Wezareta Berevanîya Azerbaycanê ragihand ku êrîşa bi ser Nexciwanê “Bê bersiv namîne” û da zanîn ku Baku amadekarîyan dike bo gavên pêdivî.

Rejîma Îranê ti daxuyanî derbarê vê êrîşê belav nekiriye.