Boris Johnson Dibêje ku Ewê Dest ji Kar Bernede

Boris Johnson

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, ku jiber kêşeya Brexitê, bi rexneyên tund re rû bi rû maye dîyar kir ku ewê karvekişîna xwe ranegihîne.

Johnson, berî serdana Skotlandê pirsên rojnamevanan bersivand.

‘’Ezê herim Brukselê û hewil bidim ku peymanê çêkim. Di 31’ê Cotmehê de emê ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derkevin, tiştê divê em bikin ew e’’ Johnson got.

Wî do Pêncşemê jî gotibû ku ‘’Mirina di kortekî de ji min re ji taloqkirina Brexitê çêtir e’’

Hêjayî bîrxistinê ye, Johnon li ser nîqaşan hilbijartina pêşwext xwestibû, lê parlamanê ew daxwaze red kiribû.