Jibo Piştgirîya Meclîsa Babê Civînek li Efrînê Hate Darxistin

Bab Council in Afrin

Bi însîyatîfa Meclîsa Rêvebirîya Herêma Babê civînek jibo piştgirîya Meclîsa Leşkerî ya Babê li bajarê Efrînê hate darxistin.

Di civînê de endamên Meclîsa Şehbe û Babê û jimareke ji gelê Babê hazir bûn û amadekarî jibo destekdayîna Meclîsa Leşkerî ya Babê hate tekez kirin.

Di dawîya civînê de şahîyek bi boneya rizgarkirina Minbicê hate çêkirin û gelê Babê hêvîyên rizgarkirina Babê anîn ziman.

Hêjayî bîrxistinê ye ku gelek rûniştvanên herêma Babê ku jiber zordarîya DAIŞ revîne, li Efrînê cîh bûne û ew dixwazin vegerin cîh û warên xwe.

Your browser doesn’t support HTML5

EM_8_16_16