Babacan: Berî Herkesî Me Piştgirî Da Pêvajoya Tirkîyeya Bêteror

Alî Babacan

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan dîyar kir ku berî hemû partîyan wan piştgirî daye pêvajoya Tirkîyeya Bêteror.

Babacan li Navenda Lêkolînan ya Rûdawê ya li Hewlêrê di konferansekê de got ku wan Cotmeha 2024’an hema li dû axaftina Serokê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî piştgirî daye pêvajoyê.

"Ez dixwazim bala we bikişînim ser vê yekê: Me berî AK Partî, berî birêz Erdogan piştgirî da gotinên birêz Bahçelî," Babacan got. Wî da zanîn ku piştgirîya Herêma Kurdistana Îraqê dide vê pêvajoyê girîng e.

Babacan bê ku navê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bide, got ku pêvajoya çekberdanê giran dimeşe, lê dîsa jî pêvajo didome.

Serokê DEVA'yê got ku berdewamkirina pêvajoyê ne hêsan e û bal kişand ku ew behsa çareserîya kêşeyeke wisa dikin ku pirtir ji 40 sal in didome.

Babacan dîyar kir ku bi serketina pêvajoya li Tirkîyê wê bandorê li Rojhilat Navîn bike û ewê bi xwe re bo herêmê veguherînekê bîne.

Pêvajoya aştîyê ya nû ya Tirkîyê, ku hikûmet bo wê dibêje Tirkîyeya Bêteror, Cotmeha 2024’an bi banga Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî destpê kiribû.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Sibata 2025’an bang li partîya xwe kiribû ku çekan berde û xwe hilweşîne.

Parlemana Tirkîyê di mehên borî de ser pêvajoyê qanûna çarçoveyî erê kir.

Çaverê ye parleman meha pêş ser kontrolkirin û şopandina pêvajoyê komîsyoneke nû ava bike.