Bafil Talabanî: Herêma Kurdistanê Parastina Dijî Dronan Nîne

Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nîgeranîya xwe ya kûr anî ziman ku Herêma Kurdistanê dê bibe "qada" şerê xwînî û bang li Kurdan kir ku li Rojhilata Navîn bibin "pira diyalogê, ne rimeke şer".

Talabanî di hevpeyvînekê de bi Fox News re got, "Bê guman me ti şiyanên parastinê li dijî dronan nînin."

Serokê YNK nîgeranîya xwe li ser rewşa xerab a herêmê, ji tirsa ku pevçûn dirêj bibin, anî ziman û got, "rojên me yên dijwar li pêş in.”

Wî got, "Ji gelek alîyan ve êrîşî Kurdistanê hatiye kirin û ez ti nîşanên kêmbûna girjîyan nabînim, lê ez zêdebûna wan dibînim."

Li dor naveroka telefona xwe ya li gel serok Donald Trump, Talabanî anî ziman ku, "Ew [Serok Trump] pir dilovan bû. Min dikarîbû sozdarîyê di dengê wî de hest bikim. Wî got, 'Kurd şervanên mezin bûne.' Bi qasî ku ez fêm dikim, parastina gelê [Amerîkî] li Îraqê pir girîng bû [ji bo Serok Trump]. Ew ji hemû salên ku me xizmet kiriye pir spasdar bû û min bi hêzên we yên taybet [Amerîka] re xizmet kiriye."

Serokê YNKê daxwaz kir ku piştî ku Amerîka armancên xwe yên leşkerî li dijî rejîma Îranê bi dest bixin, divê ew hewla çareserîyekê bi rêya diyalogê bide.

Di derbarê tevgera partîyên Kurdistana Îranê de, Bafil Talabanî her tevgerek ji bo derbaskirina sînorê Kurdistana Îranê red kir. Wî her wiha tirsa xwe li ser berteka rejîmên Îran û Tirkîyê di rewşeke wiha de, anî ziman.