Rêxistineke mafên mirovan bang li Behreynê kir ku dawî li binçavkirina karmendên saxlemîyê û êrîşkirina nexweşan bîne ku di xwepêşandanên dijî hikûmetê de birîndar bûne.
Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan, Human Rights Watch, ya bingeh li New York, roja Duşemê raportek weşand û hûrgilîyên êrîşên li dijî karmendên saxlemîyê, dorpeçkirina nexweşxaneyan û êşkencekirina xwepêşanderan belav kir.
Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan bang li hikûmeta Behreynê dike ku kesên berpirs ceza bike û rê li ber hemî navendên saxlemîyê veke.
Li gor Raporta Çavdêrîya Mafên Mirovan, hêzên ewlekarîyê pirtir ji 70 karmendên saxlemîyê desteser kirin û bêtirî 150 karkerên nojdarîyê ji kar derxistine.