Behreyn Dehan Kesan bi Tawana "Girêdana bi Pasdarên Îranê ve" Ceza Dike

Dadgeha Bilind a Tawanan a Behreynê roja Duşemê biryara xwe da derbarê doza avakirin û birêvebirina "grûpeke terorîst" a girêdayî Arteşa Pasdaran a Îranê de.

Dadgehê li ser platforma X'ê anî ziman ku cezayên wan kesan di navbera zindana 15 salan û hetahetayê ne.

Li gorî ajansa Reutersê, Dozgerê Giştî û Serokê Dozgerîya Tawanên Terorê li Behreynê ragihand ku Dadgeha Bilind a Tawanan cezayê zindana hetahetayî li dehan welatîyan biriye, piştî ku bi avakirina "grûpeke terorîst" a girêdayî Arteşa Pasdaran a Îranê ku banga guhertina sîstema desthilatdariyê dike, hatin tawanbarkirin.

Ji aliyê xwe ve, Enstîtuya Behreynê ya ji bo Maf û Demokrasîyê (BIRD) ragihand ku cezayê zindana hetahetayî li 64 tawanbaran û cezayê 15 sal zindan jî li pênc kesên din hatiye birîn, û da zanîn ku 60 kes ji tawanbaran melayên Şî'e ne.

Reuters di destpêka vê mehê de raportek belav kiribû derbarê girtina zêdetirî 50 mela û wa'izan ji alîyê desthilatdarên Behreynê ve di mehên Gulan û Hezîranê de, di çarçoveya tiştê ku Dozgeriya Giştî ya Behreynê wekî doza "rêxistina terorîst a girêdayî Arteşa Pasdaran a Îranê" bi nav kiribû.

Serokê Polîsê Behreynê Ferîq Tariq bin Hesen Hesen di wê raportê de ji Reutersê re gotibû: "Em rûbirûyî hizrekê dibin ku daxwaza dike sozdarî û pabendbûna bi serkirdayetîya Îranê re di ser desthilata serwer a Behreynê re dike."