Behreyn Serdana Îran û Îraqê bo Welatîyên Xwe Qedexe Dike

Wezareta Navxweyî ya Behreynê ragihand ku ji ber sedemên ewlekarîyê û encamên êrîşên Îranê, serdana welatîyan bo Îran û Îraqê heta demeke nedîyar qedexe ye.

Wezaretê îro Sêşemê di daxuyanîyekê de got: "Heta agahdarkirineke din, çûna welatîyan bo Îran û Îraqê qedexe ye."

Wezareta Behreynî herwiha ragihand ku ev biryar ji bo berevanîya ewlekarî û selametîya welatîyan hatîye girtin.

Ev qedexekirin, piştî zincîreke gavên ewlekarî yên sê mehên dawî li Behreynê tê. Bi destpêkirina operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî rejîma Îranê, Behreyn wekî navenda Fermandarîya Navendî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê û Hêza Pêncem tê bikar bînin.

Di çend hefteyên borî de, Behreynê gelek caran ragihandîye ku rejîma Îranê bi mûşek û dronan êrîşî ser wî welatî kirîye. Fermandarîya Hêzên Berevanîya Behreynê ragihand ku piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28'ê Sibatê de, bi dehan mûşek û bi sedan dronên Îranî hatine têkbirin.

Karbidestên Behreynê herwiha anî ziman ku welatê wan beşdarî operasyonên leşkerî yên li dijî rejîma Îranê nebûye. Wan ragihand ku êrîşên Îranê ser cihên sivîl, sazî û milkên taybet, binpêkirineke mezin a qanûnên mirovî yên navneteweyî ye.

Di çend hefteyên borî de, li gor raportên karbidestên herêmê û Amerîkayê, bi dronan êrîşî ser çend cihan li Kuweyt û Îmaratê hatîye kirin. Tê ragihandin ku ev dron ji xaka Îraqê ve hatine avêtin.