Behreyn Hişyarîya Gefên Muhtemel Dide Welatîyên xwe

Bahrain US Rubio Gulf

Wezareta Navxweyî ya welatê Behreynê îro Sêşemê Hişyarîyek ji bo gefên muhtemel da welatîyên xwe.

Wezaretê li ser platforma X’ê ji welatî û niştecihan xwest ku "aram bimînin, ber bi cihên ewle yên herî nêzîk ve biçin û ji bo parastina ewlehîya giştî, bi rêya kenalên fermî nûçeyan bişopînin.”

Ev hişyarî tê di demekê de ku nakokîyên di navbera Amerîka û Îranê de li herêmê gur dibin.

Îranê bi mûşekan êrîşî bingeha leşkerî ya Amerîka li Urdunê kiribû, û Amerîka bi pêleke êrîşan bersiva Îranê da.

Serokê Amerîka Donald Trump îro hişyarî da û got: "Eger Îran a têkçûyî bersiva vê êrîşa me ya mafdar bide, emê hîn tundtir û di asteke bilindtir de li wan bixin.