Behreyn Dibêje Îranê Êrîşî Bingeheke Pîşesaziyê Kir

Dewleta Behreynê îro Yekşemê got ku Îranê şeva Şemîyê êrîşî bigeneheke wan a pîşesazîyê kir, di demekê de Pasdarên Îranê got ku wan êrîşîeke bi dron û rokêtan biriye ser bingehên leşkerî yên Amerîkî yên li wî welatî.

Wezareta Navxweyî ya Behreynê îro di daxuyanîyekê de got ku du kes di êrîşên Îranê de birîndar bûne; Yek ji wan Pakistanî ye ku rewşa wî ne baş e û yê din Behreynî ye û di rewşek aram de ye.

Wezaretê li ser platforma X’ê got ku tîmên Parastina Sivîl ji bo kontrolkirina agirê li avahîyeke pîşesazîyê kar dike, bêyî ku hûrgulîyên li ser cîh an xwezaya wê bide.

Wê di destpêkê de hişyarî da xelkê ku biçin cîhên ewle yên herî nêzîk.

Hêzên Berevanîya Behrêynê ragihand ku hêzên wan ên berevanîyên esmanî rê li hejmarek êrîşên Îranê yên esmanî girtine.

Pasdarên Îranê di daxuyanîyekê de ku ji hêla ajansa nûçeyan a Komara Îslamî ya Îranê (IRNA) ve hatî weşandin got ku wan êrîşî bingehên Amerîkî li Rifa' û Awalî kirine.

Ajansa Reutersê got ku wê ji Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê daxwaza şîrovekirinê kiriye, lê ti bersiv wernegirtiye.

Hêjayî gotinê ye ku duh Fermandarîya Navnedî ya Amerîkayê (CENTCOM) îdîayeke pasdarên Îranê Derew derxit.

Sopayê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê îdia kirbû ku doh balafireke şer a F-16 ya Amerîkayê armanc girt û zirar gihandê, ew neçar kir ku bi awayekî lezgîn dakeve erdê. CENTCOM got, "Ev îdia derew e. Îran doh qet êrîşî balafireke şer a F-16 ya Amerîkayê nekirîye. Hemû balafirên şer ên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn di ewlehiyê de ne û di rewşa ewlehî parastinê de ne."

Tê zanîn ku Îranê ji dema despêkirina şer ve êrîşî hin welatên din ên kendavê û Herêma Kurdistanê kiriye.