Fermandarîya Giştî ya Hêzên Berevanîya Behreynê roja Yekşemê ragihand ku sîstema wan ya parastina esmanî ji destpêka êrîşên Îranê bo ser welêt ve 145 mûşek û 246 dronên ku rejîma Îranê avêtine têk birine û wêran kirine.
Fermandarîya Giştî ya Hêza Beravnîya Behreynê pesna leşkerên xwe da û got ku ew "serbilind in bi amadekarîya şer a pêşkeftî û hişyarîya bilind a ku ji hêla leşkeran ve hatî nîşandan, û spasîya xwe ji bo karîgerîya wan a berdewam di parastina welêt de anî ziman."
Wê diyar kir ku "bi rûmeta van leşkeran hestek xurt a dilrihetîyê û bawerîyê dide ku esmanê welêt parastî û ewle ye."
Fermandarîya Giştî zelal dike ku bikaranîna mûşekên balîstîk û dronan ji bo aramncgirtina deverên sivîl û milk û sazîyên taybet ji alîyê rejîma Îranê ve binpêkirina eşkere ya yasaya navnetewî û Peymana Neteweyên Yekbûyî ye, û dibêje "Ev êrîşên hovane û bêserûber gefek rasterast û metirsîye li ser aştî û ewlehîya herêmê."
Hêjayî gotinê ye ku ji dema despêkirina operasyona leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê bo ser rejîma Îranê di 28ê meha Sibatê de heta niha, Îranê çendên welatên li herêmê aramnc girtine û bi mûşek û dronan êrîş birine ser welatên weke Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî, Qeter, Behreyn, Îsrîal, Herêma Kurdistana Îraqê û ciyên din.