Wezareta Navxweyî ya Behreynê îro Duşemê ragihand ku wan nasnameya 69 kesan û malbatên wan betal kirîye. Wezaretê got ku sedema vê biryarê "piştgirîya êrîşên Îranê" ye.
Ev biryar bi fermana Şahê Behreynê hatîye dayîn. Li gor qanûnê, her kesê ku zirarê bide welat an xiyanetê bike, nasnameya wî jê tê standin.
Wezaretê diyar kir ku di nav wan 69 kesan de, kesên tawanbar û malbatên wan hene, û hemû jî ne bi eslê xwe Behreynî ne.
Piştî ku Amerîka û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de şerê li dijî rejîma Îranê destpê kir, Îranê jî bi mûşek û dronan êrîşî Behreyn û welatên din ên Kendavê kir.
Di heman demê de, Enwar Gargaş, şêwirmendê dîplomatîk ê Serokê Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat), li Dubayê axivî û got ku êrîşên Îranê ne tiştekî ji nişka ve bûn.
Gargaş piştrast kir ku êrîşa Îranê ya li dijî welatên Kendavê "demek dirêj berê hatibû plankirin, û ne bertekek li hember pêşketinên heyî bû."
Gargaş herwiha got ku êrîşên Îranê pir hov bûn û bawer nedikir ku rewş ewqas xirab bibe.
Ev daxuyanî di demekê de ne ku Pakistan hewl dide bi rêya danûstandinan aramîyekê bîne herêmê û vî şerî rawestîne.