Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan bang li hikûmeta Îraqê kir ku bi statuya Kurdan nelîze.
Bakirhan îro Şemîyê li Qersê di kongreyeke partîya xwe de ser girjîya Herêma Kurdistana Îraqê û Bexda got ku Kurdan ew herêm bi ked û têkoşîna xwe çêkiriye.
"Îraqeke pêşveçûyî bi aştîyeke bi Kurdan re pêkan e. Banga min bo dewleta Îraqê ew e ku bi statuya Kurdan nelîzin," Bakirhan got.
Wî dîyar kir ku divê hikûmeta Îraqê gavên zirarê dide statuya Herêma Kurdistanê neavêje.
Girjîya Herêma Kurdistanê û Bexda di rojên borî de ser kontrolkirina derîyên sînor û jêderên enerjîyan gur bûye.
Ev girjî li vê demê rast tê ku li Tirkîyeya cîran proseseke aştîyê dimeşe.
Lijneya Ewlekarî ya Tirkîyê (MGK) di civîna pêr Pêncşemê de dîyar kiribû ku ewê hevkarîya piralî ya bi Îraq û Sûrîyê re di her qadê de pêşve bibe.