Bakirhan: Niha Dora Hikûmetê ye ku Gavan Biavêje

Tuncer Bakirhan, Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) 

Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya çareserîya kêşeya Kurd de gavên siyasî û hiqûqî biavêje.

Tuncer Bakirhan dîyar kir ku di 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de rêya afirandina bawerîyê û avakirina siberojê avêtina gavên dualî ne.

Bakirhan ev daxuyanîya di hevpeyvînekê de bi ANF’ê re ku îro hat weşandin de anî ziman.

Wî avakirina komîsyona parlemanê û hevdîtina şandeya parlemanê bi damezrenerê Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK Abdullah Ocalan re, li girava Îmralîyê wek gavên girîng pênase kir.

Lê, hevserokê DEM Partîyê bal kişand ku di garantîyên hiqûqî ya pêvajoyê û baştirkirina şertên kar û ragihandina azad ên Ocalan de rawestîn heye.

Bakirhan herwiha hilweşîn, şewitandina çekan û vekişîna hêzan ji jimareke bingehan, wek nîşaneyên pabendbûna PKK’ê bi pêvajoyê nirxand.

“Bila kes vê yekê biçûk nebîne. Ger tevgereke çekdar bi destê xwe dest ji çeperên xwe berdide, ev yek tê wateyê ku dibêje, 'Em li pişt biryara xwe ne, veger jê nine,” wî got.

Bakirhan herwiha got, “niha dor hatiye desthilatdarîyê,” û wî ji hikûmetê daxwaz kir ku rapora belgekirin û piştrastkirinê bê ku dereng bike, were weşandin, Civata Ewlekarîya Neteweyî (MGK) biryara pêwîst bide û gavên cibicîhkirina Qanûna Çarçoveyî dest pê bikin.

“Ger alîyek gavê biavêje, lê aliyê din bisekine, ev yek wê bawerîyê ji holê rake. Di vê pêvajoyê de ya ku herî zêde pêwîstî pê heye bawerî ye,” wî got.

Hevserok Bakirkan hevdem daxwaza avakirina “Desteya Aştî û Siyasîbûnê” bi koordînatorîya Ocalan kir.

Li gor Bakirhan, avakirina vê desteyê dikare karê belgekirin û piştrastkirinê bileztir bike. Wî got ku ji bo mayîndekirina aştiyê, divê Qanûna Çarçoveyî bi qanûnên azadî û demokratîkbûnê were xurtkirin.

Ser hebûna leşkerî ya Tirkîyê li Îraq û Sûrîyê jî, Bakirhan got ku hîn misogerîya vekişînê nîne, lê divê were amadekirin.

Wî vekişîna leşkerî mîna encameke xwezayî ya pêvajoyê bi nav kir

“Ji destpêkê ve hebûna PKK'ê weke sedema hebûna leşkerî ya li Îraqê hate nîşandan.

Niha çek hate danîn, rêxistin hate hilweşîn, bingeh têne valakirin. Ger sedem ji holê rabû be, wê demê wateyek jibo mayina li wê derê namîne,” wî got.

Bakirhan destnîşan kir ku divê Enqere di peywendîyên xwe yên herêmî de giraniyê bide diplomasî, hevkarî û bazirganîyê.