Bakirhan Dibêje DEM Partî Çaverêyî Vegera Endamên PKK’ê ye Berî Zivistan Destpê Bike

Tuncer Bakirhan, Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî)

Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) ragihand, di çarçoveya pêvajoya aştiyê de, pêkan e ku vegera grûpên pêşî ên endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê berîya zivistanê destpê bike.

Hevserok Tuncer Bakirhan di hevpeyvînekê de ku roja Duşemê di rojnameya Evrenselê de hat weşandin, dîyar ku partîya wî bêvîî nebûne û ew çaverê dikin ku di meha Cotmehê de berî zivistan destpê bike hin grûpên PKKê vegerin.

“Em çaverê ne ku hatinên yekem berîya zivistanê destpê bikin,” wî got.

Lê wî destnîşan kir ku hîn planeke pîştraskirî ya hûrgilîyên vegerê tune ye, ku wê kîjan kom vegerin, gelo wê tevahîya vegerin Tirkîyê, an jî nexşerêya demê ya vegerê dê zelal bike.

Li gor Bakirhan, hûrgilîyên mijara vegaran wê di danûstandinên di navbera saziyên têkildar û aliyên pêvajoyê de werin zelal kirin.

Parlemana Tirkîyê di Tebaxê de qanûneke çarçoveyî pejirand ku piştî biryara PKKê ya hilweşîna xwe û bidawîkirina şerê çekdarî, jibo qonaxa pêş ya pêvajoyê bingeheke qanûnî ava dike.

Bakirhan bal kişand ku qanûna çarçoveyî derîyê, jibo vegeran derî vekirîye, lê, jibo destpêkirina vegeran garantîyên zelal yên pênasekirî û mekanîzmayên cibicîhkirinê ne zelal in.

Wî hişyarî da ku her çend amadekarîyên teknîkî dikarin dema vegerê dirêj bikin, lê gîrobûn jî dikare bawerîya bi pêvajoyê kêm bike.

Bakîrhan herwiha got, ku DEM Partî li bende ye ku damezrînerê PKK’ê yê girtî Abdullah Ocalan di lîjneya bêçekkirinê de roleke koordînatorîyê bilîze û xwest ku şertên xebat û ragihandinê yên wî bên berfireh kirin.

Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Tirkîyê, MGK di civîna 30’ê Îlonê de, pêşketinên tekildarê pêvajoyê nirxandibûn.

Lê, MGK ser hilweşîn û bêçekkirina PKK’ê nirxandinek yan ragihandinek ranegihandibû.

Bakirhan bang li saziyên têkildar ên cibicîhkirinê kir da ku xebatên xwe bilezînin û rêbazên bêçekkirin û vvegerê zelal bikin, da ku pêvajo derbasî qonaxek din bibe.