Platformên xwendekarên Kurd ên zanîngehên Tirkîyê bo Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanîyê yên li Sûrîyê banga piştgirîyê kir.
Komeleya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê (DUKET), Tora Çanda Kurdî (TÇK), Klûba Ziman û Edebiyatê ya Zanîngeha Bîngolê (BUDEK), Roj Kurd Platform bi daxuyanîyeke nivîskî bang li Neteweyên Yekbûyî, UNESCO û sazîyên akademîk kirin ku rê nedin hikûmeta demkî ya Sûrîyê ku Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanîyê bixe bin banê zanîngehên din.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku divê nav, nasname û hemû beşên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanîyê werin parastin û dîplomayên xwendekarên wan werin naskirin.
"Em entegrasyoneke ku xweserîya van zanîngehan têk bibe û statûya zimanê Kurdî tune bike qebûl nakin," di daxuyanîyê de hat gotin.
Zanîngeha Rojava
Serokê DUKET’ê Mihemedê Qaxizmanî ji Dengê Amerîka re got jiber ku perwerdahîya bi zimanê Kurdî yên li Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanîyê hêvîyên Kurdên li seranserê cîhanê geş kirine, kesên ji vê rewşê ne razî dixwazin xweserîya wan zanîngehan pûç bikin.
Qaxizmanî dîyar kir ku nebûna perwerdahîya bi zimanê zikmakî li ser parastina nasnameyê xetereyan çêdike û got ew mecbûr in bo vî mafê xwê yê bingehîn têkoşanê bikin.
Wî bi bîr xist ku li welatên Ewrupî xwendekarên zanîngehan seba guherîn û reformên di sîstemên xwendinê de rabûne protestoyan û da zanîn ku ew jî niha dixwazin êdî li zanîngehan pergala perwerdahîya bi Kurdî çêbe û neşikê.
Qaxizmanî herwiha dîyar kir ku hikûmetên Tirkîye û Sûrîyê di danûstandinan de ne, dixwazin hêvîyên bi xwendekaran geş bûne biçilmisînin.
Zanîngeha Rojava sala 2016’an û Zanîngeha Kobanîyê jî sala 2017’an piştî avabûnê dest bi perwerdeyê bi zimanê Kurdî kirin.
Hikûmeta demkî ya Sûrîyê sala 2026'an biryar da ku ew zanîngeh bikevin bin banê Zanîngeha Firatê û Zanîngeha Helebê.
Xwendekarên zanîngehên Rojava û Kobanîyê dibêjin bi entegrasyonê ewê zimanê perwerdeyê bibe Erebî û biryara Şamê protesto dikin.