Koreya Bakur Xwe jibo Şer Amade Dike

Bi deh hezaran kes di rêdeçûnekê de li Koreya Bakur derketibûn kolanan

Koreya Bakur dibêje, ew xwe li hember Koreya Başûr, jibo “rewşa şer” amade dike.

Pyongyang di daxuyanîyekê de ku ji alîyê ajansa fermî ya dewleta Koreya Bakur, Ajansa Nûçeyan ya Navendî ya Koreyî (KCNA) hate weşandin, got ku hemî arîşeyên ku navbera Bakur û Başûr derketine pêş dê awayekî karîger bêne çareser kirin.

Koreya Bakur ji destpêka meha Adarê vir ve, hema hema rojane gefan dike ku ew dê êrîşî Koreya Başûr û bingehên leşkerî yên Amerîkayê bike.

Roja Înîyê bi deh hezaran kes di rêdeçûnekê de li Koreya Bakur derketibûn kolanan û li hember êrîşeke muhtemel ya Amerîkayê, piştgirîya xwe jibo rêberê xwe dîyar kiribûn