Balyozên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî yê jibo Amerîka Yousef Al Otaiba îro Çarşemê got helwesta Washingtonê ya ser Gaza dijwar e.
Otaibe li Dubaî di Hilcivîna Hikûmeta Cîhanê de dîyar kir ku ew hemî li çareserîyan digerinin, lê ew niha nizanin ewê rewş ber bi ku ve here.
Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê Kerta Gaza ya jiber şer ketiye rewşeke xirab kontrol bikin û piştî Filîstînî li warên din werin bi cîh kirin jî ewê wir ji alîyê aborî pêşve bibin.
Li ser pirsa ka ewê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Amerîka jibo Gaza zemîneke hevpar bibînin yan ne, Otaiba got ku ewê vê yekê biceribînin.
Otaiba got ku her du dewlet ser mijarekê ne hevbîr bin jî ew dikarin danûstandin û kordînasyonê bikin.
Wî dîyar kir ku ew di hemî mijaran de her tim hewil didin ku zemîneke hevpar bibînin.
Balyozê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dîyar kir ku dibe ku ew ser hin mijaran nerazîbûnên xwe nîşan bidin, lê wateya wê ne ew e ku ew nikarin ser wê mijarê biaxifin û danûstandinê bikin.
Jêder: Reuters