Balyozê Pakîstan Sipasdarîya Alîkarîya Amerîka Dike

Kampa Alîkarî ya Xwarinê li Nowshera, Pakêstan. 9 Tebax, 2010

Balyozê Pakîstanê yê li Amerîka dibêje, ew jibo bersîvdana Amerîka ya lehîyên malweran yên welatê wî sipasdar e, lê divê, di mehên pêş de bêtir alîkarî were kirin.

Balyoz Huseyîn Haqqanî roja Sêşemê got, hikûmeta Pakîstanî di xemê da ye ku gelek mirov li nav avên lehîyê ase mane û lawir û ajalên mirî jî wê bibin sedema belav bûna nexweşîyan. Haqqanî her wiha got, bi sed hezaran rûnîştîyên deverê jî bê cî û war mane.

Tê ragihandin, zêdeyî 1600 kes di lehî û avrabûnê de mirine û zîyan geheştîne nêzîkî 14 mîlyon kes li eyaletên Khyber-Pakhtunkhwa, Punjab û Sindh yên Pakîstanê.

Amerîka û welatên din alîkarîya xwarin, derman û pêdivîyên din şandine herêmê lê Haqqanî dibêje, Pakîstan hewceyî alavên wekî helîkopteran e, ku alîkarîyê bigehîne deverê.

Wezareta Berevanîyê, Pentagon dibêje, hêzên Amerîkî 2328 kes rizgar kirine û 95 ton kelûpelên alîkarîye gîhandiye mexdûrên malweranîyê.