Şanderê Serokê Amerîka bo Sûrîye Tom Barrack îro Înê ragihand ku Amerêka bê rawestan kar ligel alîyên Sûrî dike ji bo kêmkirina girjî û aloziyan di navbera hikûmeta Sûrî û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de.
Barrack li ser platforma X'ê ragihand ku “Amerîka di peywendîyeke nêzîk de ye ligel hemû alîyên Sûrî û bi şev û roj kar dike bo pêkanîna aramîyê û kêmkirina alozîyan.”
Derbarî danûstandinên di navbera herdu alîyan de, Barrack ku herwiha balyozê Amerîkayê li Tirkîyê ye diyar kir ku “kar bo vegera bo danustandinan di navbera hikûmeta Sûrî û HSD de tê kirin.”
Ji alîyekî din ve, Navenda Ragihandinê ya HSD'ê hêzên hikûmeta Sûrî bi armanckirina deverên sivîlan gunehbar dike û hişdarîyê dide li ser amadekarîyên hêzên hikûmetê bo pêkanîna êrîşeke berfireh li devera Dêr Hafir ya rojhilatê parêzgeha Helebê.